“Ez êrîşa dijî Çiyager şermezar dikim”

Hunermendê kurd ê bi nav û deng Şivan Perwer êrîşa li ser stranbêj Mehmet Karakûşê ku bi navê “Çiyager” tê zanîn hatibû kirin, şermezar kir û got ku beriya vê ew jî rastî heman mûameleyan hat

Hunermendê kurdê bi nav û deng Şivan Perwer êrîşa ku li ser stranbêj Mehmet Karakûşê bi navê "Çiyager" têzanîn û ji ber rexneyên wî yênder barê Partiya Demokratîk a Gelan de hat kirin, şermezar kirû got ku beriya vê ew jî rastî heman mûameleyê hat.

Perwer li Hewlêra paytexta Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di hûndirê mala xwe de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Perwer diyar kir ku di nav civakên demokratîk de rexnekirin tiştekî pir asayî ye û wiha dewam kir: "Hunermend xwediyê fikr û ramanên berfireh inû ji bo ku bikaribin karê xwe başbikin divê azad bin. Heke hunermend piştgiriyê bide partî û hêlekêû keda xwe ji bo wan xercbike zêde bi ser nakeve û him jî ji hêla herkesî ve nayê qebûlkirin. Çiyager ji ber ku rexne kir ûrastî êrîşê hat û ez vê yekê şermezar dikim. Ew êrîşa lê hat kirin hat serê min jî. Li Ewropayê dema ku ez derdiketim konseran ew tirsa rastî êrîşa hatin hertim di nav dilê min de jî hebû. Lêmin tu carî li hember wan gefxwarin û êrîşan serî netewandû ez bi wan re têkoşiyam. Hunermendekji ber aliyê kesî nagire rastî êrîşê tê bi rastî ev tiştekî pir eyb û şerm e." Bûyerên tundiyê yên dawîn ên ku di demên dawîn de diqewimin jî di rojeva Perwerde cih girtin û hunermendê navdar destnîşan kir ku ew ji wan bûyeran tu tiştek fehm nekir ûwiha pê de çû: "Bi qasî ku ez ji derve ve lê dinihêrim hiş û mêjiyê milet pir tevlihev kirine. Di nav kurdên li Tirkiyeyê de ne siyaseteke rast û durist nayê kirin. Ew kesên ku demekê qala Kurdistaneke Serbixwe dikirin ev zivirandin û kirin komara demokratîk paşê gotin xweserî û niha jî dibêjin otonomî. Gelê kurd ji cih û warê xwe dibin, gund û malên wan tên xerakirin, zarok dimirin. Mixabin mirina merivan bû tiştekî pir bêrûmet û karekî hêsan lê divê ev neyê jibîrkirin ku ji bo herkesî heqê jiyînê heye."

Perwer ragihand ku Tirkiye mazûvaniya gelek nirxên girîng ên di nav xwe de hene dike ûaxaftina xwe wiha domand: "Ezwekî hunermendekî bi huner ûdengê xwe têkoşîna xwe didim. Ev têkoşîn helbet li hemberî şer ji bo aştiyê ye. Li Tirkiyeyê ji bo her kesî cih heye. Bi saya pêvajoya aştiyê wîjdan û
merhameta bi merivan re hebû jî derket holê. Milet hêvîdar bûû xweşî derketin pêş çavan. Ezû birêz Barzanî (Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê) çûn Diyarbekirê û me xwest ku ev xebat biçe serî. Me ji wan re jî got kuem hatin, li cem we ne jî û mayê ku ji destê me tê em dixwazin bikin. Lê hin kes ji vê hewla me ya ku ji bo aştî û xweşiyê me nîşan da aciz bûn. Wan kesan li hember me helwest nîşan dan û em şaş û metel man." Perwer got ku têkoşîna çekdarî feydê nagihîne tu aliyî û wiha domand: "Ew ji tên qey bi kolana hendekan ve wê tiştekî bi dest bixin. Ez hê jî li ser vê mijarê difikirim. Min hê jî siyaseta xendekan bi temamî fehm nekiriye. Kî, ji ber çi vê dike ez fehm nakim. Ji ber çi Nisêbîn û Diyarbekir
tê hilweşandin? Herêma Sûrê ya ku di lîsteya mîrateyên dîrokî yên dinyayê de cih digire divê nehata xerakirin. Berevajiyê vê lazim bû bihata restorekirin. Ez hilweşandina herêma ku dergûşa şaristaniyê ye fehm nakim. Hemû bajarên meji hev xweşiktir in. Bi vî awayî aştî nayê." AA
“Ez êrîşa dijî Çiyager şermezar dikim” “Ez êrîşa dijî Çiyager şermezar dikim” Reviewed by Habersizim on 14:46:00 Rating: 5

Hiç yorum yok: